Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lana del rey] de;

9. Her roja dîtir bêhtir kêfa min ji vê Xanim û stranên wê re tê. Staneka wê ya bi navê i'm your national anthem (ez sirûda te ya neteweyî me) heye. Dema di Erebê de ev stran derdikeve ji bo stran nîvco nemîne rêya xwe dirêj dikim. ;) Qeyda li ser youtubeê û ya albumê ji hev ferq dike. Li ber dilê min versiyona albumê ji ya klîbê xweştir e. Li ser bextê şiroveyan dibêjin stran ji bo John f. kenedy serokê berê yê Amerîkayê ku 1963an bi suîqestê hatiye kuştin hatiye çêkirin
Û yek jî Xanima bi navê miley cyrus strana wê ya bi navê summertime sadness jê xweştir û jidiltir dibêje.



26.04.2017 22:13 | endazer

8. yek ji wan mijaran e ku ez jê şaş mam çawa heta niha min li jêr tiştek negotiye û nenivîsiye.
navê wê yê rastî û resmî; Elizabeth Woolridge Grant e, sala 1985an li new yorkê xwudê daye. albûma wê ya ewil ya bi navê Lana Del Rey A.K.A. Lizzy Grant, sala 2010an derket, lê bêtir bi stran û vîdeklÎba xwe ya video games li ser înternetê belav û binavûdeng bû. heta niha pênc albûm derxistine.
2010: Lana Del Ray A.K.A. Lizzy Grant
2011 : Born to Die
2012: Paradise
2014: Ultraviolence
û 2015 Honeymoon
ji bilî stranbêjiyê, modêliyê jî dike, ji bo bedewiya wê dibêjin estetîk lê bêyî estetîk jî xanim pir bedew û levhatî bû, ji bo dengê wê kontralto û ji bo cureya mûzîka wê jî sadcore dibêjin.
bi xwe, xwe wek; ''self-styled gangsta Nancy Sinatra" (nancy sinatraya gengsta ya wekê xwe) pênase dike. strana wê ya blue jeans û strana wê ya ji albûma dawîn high by the beach, dîsa çendî wekê stranên wê yên din zêde ne popûler be jî strana wê ya off to the races, û old money pir xweş in. stranek din jî heye lê navê wê nayê bîra min.



03.11.2016 21:27 | endazer