Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [marmaray] de;

1. projeya di binê behra marmarayê de rayêxistina rayên hesinî ya ji bo siviktirkirin û hêsantirkirina çûnûhatina bajêr e.. ji aliyê tirkan ve wek projeya sedsala 21. tê dîtin.. di sala 2004an de destpê kiriye û çendî hê bi temamî nehatibe qedandin jî siba yanî 29.10.2013an de bi rêûrismeke fermî wê were vekirin..

proje ji sê beşan pêk tê; beşa yekê bc1 yanÎ bi blokan di binê behra marmarayê de çêkirina tûnelekî.. ev beş temam bûye û ji xwe siba ya ku wê bi merasîmekî were vekirin jî ev beş e.. beşa didoyan; cr1 yanî selihandin û edilandina îstgehên heyî û çêkirina îstegehên nû ye, ev beş jî li ber qedandinê ye û beşa sisiyan jî cr2 yanî kirrîna navgîn û wasiteyên çûnûhatinê ye ev beş jî di çi astê de ye nizanim..

dewleta tirk bi vê projeyê dixwaze parzemînên asya û ewropayê di binê tengava stebolê de bigihîne hev û qewl û peymanên navneteweyî ku berî sedsalan li ser tengava stembolê hatine danan bêhukm bihêle..

gûzergeha projeyê ji gebzeyê destpê dike û digihe heta halkalıyê.. di zikê hev de ji 38 îstgehan pêk tê lê li gorî nûçeyên çapemeniya tirk vêga tenê 3,5 istgeh çalak û berdest in.. proje bi metroya stembolê re jî hatiye senkonîzekirin.. dirêjaya xetê 76.3 km e û di carekî de wê bikaribe 75.000 rêwiyan hilgire û ragihîne..



29.10.2013 01:10 | endazer