Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [leonard cohen] de;

11. li gorî nûçeyan îro, ligorî wîkîpediyê 7ê mehê yanî 3 roj berê çûye ber rehm û dilovaniya xwudê. cara ewil li ser pêşniyaza hevaleka xwe ya lîseyê haya min ji dengê wî çêbibû, ji hingî ve di gelek guherên jiyana min de bûye paşfon, bûye parçeyek ji gelek bîranîn û serpêhatiyên min.
du meh berê albûma xwe ya dawîn ya bi navê you want it darker belav kiribû, hem di gotinên straneka albûma xwe ya dawîn de û hem jî di hevpeyvîneka xwe de digot ez ji bo mirinê amade me, tişteke ecêb û balkêş e ji bo min, dîtina miroveke amade ji bo mirinê. erê têra xwe emr kiribû, lê tişta ez dibînim mirov çi qas pîr û kal dibe û dem lê dadigere, jiyan li ber dila xweştir û şirÎntir dibe, sehm û tirsa mirinê bêtir xwe lê dide der.
nikarim bêjim qehirîm, lê li ber ketim ji ber ku wê carekî din nekare stranan çêke û bêje.
oxira wî ya xêrê be, xwudê lê were rehmê.

strana wî ya xwatirxwestinê;










û ji albûma wî ya dawîn favoriya min;











2016.11.11-23:16 | endazer

10. li gorî min di war û barê gotinên stranan de nobelek hebe ew jî heqê leonard cohen e, eyb e heta leonard cohen hebe mirov behsa bob dylan bike. gotinên i'm your man tenê bes e ji bo peyitandina vê rastiyê. lê van rojan guhdarî take this waltz dikim, heyat e!











2016.11.03-20:56 | endazer

2. min ji bîr kir bêjim zilamê melankoliyê û berdevk û bêjerê êşên zerîf û estetîk e.. hema bêje ji bo hemû jin û dergistiyên hevalên xwe stranek çêkiriye.. û bi qasê famous blue raincoat meşrebfireh e..



2013.10.29-01:46 | endazer

1. mûzîsyen, stranbêj, nivîskar û helbestvanê navdar ê cihÛ yê kanadayî.. di sala 1934an de li montrealê hatiye dinyayê.. di sala 1956an de pirtûka wî ya yekem ya helbestan ya bi navê let us compare mythologies derket, pê re çend pirtûkên din yên helbestan û çîrok û romanên wî jî çap bÛn.. di sala 1967an de albûma wî ya yekem ya bi navê songs of leonard cohen derket.. di albûmên wÎ yên pêşîn de tesîra terza folkê bêtir tê dîtin lê di albûmên xwe yên din de destê xwe li gelek cûn û cureyên mûzÎkê gerandiye.. di stranên xwe de bêtir behsa tema û mijarên wek evîn, seks, têkiliyên beşerî yên di navbera mrovan de, baweriyên dînî û xwudê, nakokiyên navxweyî yên mirovan dike..

heta niha ji bîstan zêdetir albûm û ji dehan zêdetir pirtûkên wî çap bûyîne.. yek ji popÛlertirÎn û berniyastirÎn û berhemdartirÎn hunermendên cÎhanê ye.. heta niha hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin û ji aliyê gelek stranbêjên navdar ve stranên wî hatine coverkirin..

i'm your man, suzanne, famous blue raincoat, dance me to the end of love, everybody knows, closing time çend klasîkên wî ne..



2013.10.29-01:42 | endazer