Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [heval] de;

3. jargona sereke ya li ser zar û zimanên kurdên şoreşger.. lê ev hevalên kurd yên ku ji bo azadî û serxwebûna kurdistanê alav û argûmentên çepîtî û sosyalîzmê dane ber xwe pirî caran tewangê bikar nayînin û rê li ber şaşiyên rêzimanî vedikin.. wek nimûne: heval endazer tu çima di tirşikê de nanivîsî? şaş e.. şêweyê rast ê vê pirsê ev e.. hevalê endazer tu çima di tirşikê de nanivîsî?



17.07.2013 16:51 | endazer

1. du an zêdetir kesên ku hev û din dinasin û têkiliyên baş li gel hev hene û ji hev hez dikin re tê gotin.. ji peyvên hev û halê tê pê ev peyv.. yanî kesên ku di heman şert û di heman rewşê de ne an kesên ku bi hev re hemhal in..

ji ber ku rê û rêçikek sosyalîst dabû ber xwe û li gorî doktrîna sosyalîzmê jî herkes bi hev re heval û hevrê bû gerîlayên pkk-ê jî berê li gundên kurdistanê ji aliyê gundiyên kurd ve bi vî navî dihatin nasîn û eger navê gerîlayekî bihata hildan pêşiyê peyva heval wekê nasnavekî dihate bilêv kirin.. wek heval dêrsim, heval bahoz.. ji bo vê întîbayê piştî salên 90î li bakurê kurdistanê gelek kurdên polîtîzebûyî ev nav li kur û keçên xwe kirin.. û dîsa bi heman navî straneka stranbêja kurd rojînê heye ku ji strana stranbêja tirk melike demirağê a bi navê arkadaşê wergerandiye..



ji bo zazakî: (bnr: embaz) ji bo soranî: (bnr: hewal)



09.06.2013 15:39 | endazer