Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [darî kirin] de;

1. li cizîrê di wateya temaşe kirin, seyr kirin, lê nihêrtinê de tê bikar anîn û têra xwe berbelav e jî.. heta niha ji bilî kurmanciya cizîrê min li tu derî hisa vê lêkerê nekiriye.. ji bo nimûne: ez darî televîzyonê dikim.. ez ê herim darî fîlma vê paşiyê ya hiner saleem.. çûye darî konsera filan hunermendî..



diya min: te xêr e? tu li vir çi dikî halo?

ez yanî endazer: ez ji xwe re darî xelkê dikim..



(di zarokaniya xwe de dema dibû berêvar ez li ser derînceyên li ber deriyê hewşê rûdiniştim û heta ku dibû şev û bavê min ji karê xwe vedigeriya min darî çûnûhatina xelkê dikir.. hê jî dikarim bi seetan li derekî rûnim û darî çûnûhatina xelkê û ger û çerxa vê dinyaya teredînî bikim..)



09.06.2013 16:14 | endazer