21. yek ji taybetiyên vî beşê kurdistanê ku zehf kêfa min jê re tê, kurdîbûna navê xelkê ye. tu dibînî, emrê wî bûye çil pêncî, navê wî sefîn e, hemrîn e, nêçîrvan e, soran e, goran e. hemû jî navên xweş û watedar. bi taybet çandek heye ku gelek kêfa min jê re tê, navê çem û çiyayên kurdistanê li zarokên xwe dikin. wek; sefîn, hemrîn, cudî, aras. lê navê zarokên mele mistefa, û zarokên mesud barzanî bi pirranî bi erebî ne. wek; mesrûr, mensûr, mistefa (dibêjin 5 kur û sê keçên wî hene lê di medyayê de tenê navê van hersê kurên wî derdikeve) |
|
23.11.2016 22:20 |
endazer
|
20. dibêjin aşê nezana xwudê digerîne, bi baweriya min aşê başûrê kurdistanê jî xwudê digerîne, ew qas bela û pirsgirêk li pêşiyê ne mirov jê dimîne heyîrî bê çawa li ser lingan dimÎne. |
|
20.11.2016 22:05 |
endazer
|
14. li gorî nûçeyan, hikûmetê şertê zanîna zimanê kurdî daniye ber hemû bijÎşkên biyanî yên ku li başûrê kurdistanê dixebitin.. dîsa hemû mekteb û medreseyên dînî bi wezareta perwerdehiyê ve girê daye, û çapkirin û belavkirina hemû berhemên selefî û yên îslama radîkal qedexe kirine.. |
|
14.05.2015 00:00 |
endazer
|
10. parçeya ku herî zêde nêzikê azadî û serxwebûnê ye.. |
|
18.09.2014 02:20 |
endazer
|