Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [charlie chaplin] de;

11. derhêner û lîstikvaneke serkeftî yê sînemayê bûye..

çend roj berê di malpera radikal.comê de nûçeyek derheqê jiyana wî ya taybet de derketibû, di nûçeyê de digot ku şarlo doxînsisteke temam bû, gelek tade û eziyet li jinên li derdora xwe dikir, yekî polîgam bû, yanî bi jinekî têr nedibû, dixwest wekê dîkê mihelê doxîna xwe li her mirîşkekî sist bike.. filan..

henek li aliyekî bi qasê ku dixweye ewî jî wekê yılmaz güneyî nekariye kîrê xwe û hetka hunera xwe biriye..



11.04.2014 17:47 | endazer

8. herdu fîlmên wî yên bi navê modern times û the great dictator li gorî min, li gorî şert û derfetên zemanê ku lê hatine kişandin ji dema xwe berrî ne, yanÎ di ser dema xwe re ne.. di her du fÎlman de jî rexneyên ku li pergala kirêt û bêhnpêketî digire hîn jî aktûel in Û sed sal dî jî dê aktûel bin.. çerxên demên nûjen hê jî bi bayê bezê, bêyî sekn û bêyî etlehî dil û ruhê mirovahiyê di nêv xwe de diperçiqîne û dîktatorên mezin jî hê jî bi hemû hêz û karîna xwe pêkutî û tadeyê li yên bindest û berdestê xwe dikin..

tîrada wî ya di fîlma The Great Dictatorê de heq e ku mirov serê herdu rojan carekî bi riya hemÛ navgînên çapemeniya dîtbarî biweşîne û bi ber guhê xelkê bixe..



21.01.2014 23:37 | endazer