Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amy winehouse] de;

1. stranbêj û bestekareke Îngîlîz.. di 27 saliya xwe de ji ber sebebekî ku hê jî tam ne diyar di mala xwe de mirî hate dîtin.. ji dengê xwe yê xweş zêdetir bi kar û kirinên xwe yên magazÎnel ên sansasyonel derdiket ser çapemeniyê.. di sala 1988an de li londonê di nav malbateka cihû de xwudê daye.. tevî emrê xwe yê kurt du albûmên têr û tijî li dû xwe hêliştine.. yek jê albûma wê ya pêşîn ya bi navê frank e ku di sala 2003an de derketiye, ya dî jî albûma bi navê back to black e ku ew jî di sala 2006an de derketiye.. wekê din gelek singleên wê jî derketine.. bi albûma xwe ya taliyê ya bi navê back to blackê di şaş şaxan de ji bo xelata grammyê wek endam hatiye destnîşankirin û di pênç şaxan de jî hatiye xelatkirin..

ketiyê alkol û madeyên hişbir û tevzîner bû.. ji ber tesîra neyênî ya van madeyan bi hemdê xwe an bêhemdî tevî gelek skandalan dibû..

çeşnê mûzîka wê wek jazz, soul, funk, r&b tê pênasekirin..

strana wê ya bi navê (bnr: you know i'm not good), eger ji frekansa rezonansa ruhê mirovî bigire, dikare wekê firtoneyekî zirz Û serhişk di giyanê mirovî de derz û qelîştekên mezin veke Û mirov serûbino bike..

amy winehouse - you know i'm not good: http://www.youtube.com/watch?v=b-I2s5zRbHg



22.11.2013 18:44 | endazer