Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sevan nîşanyan] de;

2. nivîskar û fîlolog û etîmolog û rewşenbîreke ermen ê tirkiyeyê ye.. di her karê ku kiriye de serkeftî û jêhatî bûye.. lê zêde hej kurdan Û hej zimanê kurdî nake.. ji ber çi nizanim, heta jê tê di meqaleyên xwe yên li ser zimanê kurdî de zimanê kurdÎ ji zimanên din yên cîran yên wekê tirkî û farisî kêmtir û biçûktir nîşan dide.. du caran li ser hesabê wî yê facebookê min pê re qayîş kêşa, ya ewil li ser zimanê kurdÎ bî, dawiyê got ez bi kurdî nizanim tenê ez li gorî belge û wesîqeyên di destê xwe de diştexilim û got di firsenda ewil de ez ê hînî kurdî bibim û van îdîayên xwe yên li ser zimanê kurdî cardî bidim ber çavên xwe.. û ya didoyê jî li ser nêrÎna lÎberal û demokratên tirk ya li hemberî kêşeya kurdistanê bû.. piştÎ çend şiroveyan camêr mehdê xwe tirş û tehl kir û dev avêjt dijûnan, min jî dijûnên wî lê vegerandin û dawiyê ez ji rûpela xwe yê facebookê avêjtim û asteng kirim..

carinan dema etîmolojiya peyvekî ku di tirkî de tê bikaranîn mereq dikim li ferhenga wî ya etîmolojîk ya tirkî dinêrim.. ez ne şaş bim ev ferhenga xwe di girtîgehê de amade kiriye..

ev çendik û çend sal in serê wî bi îdîaya ku dibêje înşaata qaçax çêdike, re di belayê de ye.. li gundê şirinceyê ku bi ser selçuka îzmîrê ve ye.. li ser erdê xwe bêyî ku ji wezareta îmarê destûrê bistÎne bi qaçaxî gundê felsefeyê û medreseya şanoyê daye çêkirin, berê jî têkarî û alîkariyeke mezin dabû projeya gundê matematîkê ya alÎ nesÎnê kurê azîz nesîn.. û dîsa li heman gundî çend xaniyên butÎk yên turîstîk li gorî mîmariya xaniyên kevn yên aandoluyê dane çêkirin û her sal birrek turîstên biyanî seb xatirê projeyên wekê gundê matematÎkê û gundê felsefeyê û xaniyên butÎk yên şirinceyê diqesidin gundê şirinceyê..

îro ji ber ku bi qaçaxî yanî bêyî ku destûrê ji wezareta îmarê bistîne, xanî çêkiriye, ketiye di hebsê de..



2014.01.02-22:01 | endazer