1. ez ê di vê nivîsê de tenê behsa bikarhênerên facebookê bikim.. ji ber ku zedetir facebookê bikar tînim, lê wekê navê xwe dizanim ku twitter û înstagram û mecrayên din de jî kêm zêde heman tablo û grafîk heye..
-kêm kes navê xwe yê di nasnameyê de bikar tîne.. herkes serbest e tabî naveke kurdî ji bo xwe hilbijêre, lê navên wek robîn û janda û nizanim çi jî dema mirov dibîne mirov bivê nevê diniçniçîne..
-hema bêje hemû nivîskar û stranbêjên kurd yên ji bakurê kurdistanê bi awayeke aktîv vê mîratê bikar tînin (gelo ev mereta tirkan ne ji mîrata me kurdan hatibe dizîn?!) û ya ji hemûyan ecêbtir pirraniya demên xwe di facebookê de dibihurÎnin û ecibandin û şiroveyên beredayî dikin..
-ji kom û fan û rûpelan pir hez dikin.. her yek xwediyê du sê rûpelan e û wekê ku pêxemberê wê rûpelê bin her gav û seet derdikevin teblîxê.. yanî nas nenas herkesî vedixwînin kom û rûpelên xwe..
-çi ji devê kê seh kiribin pê îman dikin û wekê ji wan re wehy hatibe bi dest xwe re parve dikin û belav dikin.. yanî gelekî hej derew û dezenformasyonan dikin.. wek nimûne; filankesî derheqê mêraniya kurdan de wiha gotiye, bêvan manken û modêla navdar gotiye ewkê mêrên kurd nizanim çi ye..
-bikarhênerên mêr yên kurd çi xwende çi nexwende, pirraniya wan doxînsist in û kîrkoçer in.. pusûleya wan bi kîrê wan ve ye.. ji bo bala keçikan bikişînin dikarin qûna xwe biçirînin û hetka xwe bibin..
-bikarhênerên jin yên kurd hemû kontes û dotmîr in ji xwe û ji xanedana qraliyeta îngîlîstanê ne..
..wê dewam bike..
|