Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [govend] de;

10. li gorî keça kurd etîmolojiya peyvê;



Mamosta tenê nivîsiye ku peyva govend wêneyekî dî yê kowend e (ko+wend). Ez li ferhenga henbane borîne jî geriham, min peyva kowend nedît.. Mamosta divîbû peyva govend bide naskirin û paşê jî ya kowend. Di bara vê peyvê de, ya ku ez weke dîlan reqs û helperkê nasdikim, bi vî rengê xwarê ez raya xwe didim: ez bîr li du wateyan dikim.

1. Ev peyv ji van du bêjeyan(go+vend) drust bûye. Bi wateya ku bi rengê rêzebendeke gurover destên hev digirin û dîlan dikin., ji ber ku bêjeya(go)wateya guroverî dide Vêce navê govend nedûre ku gobend be. Ji ber ku di zimanê me de, tîpên(v,b,w) cihê hev digirin.

2. Ev Govend bixwe kombûna ji bo xwendina awaz û stranan e. Vêce nedûre ku ev peyv, ji van du bêjeyan(go+vend), ango gobend, bi wateya gotin û bendên stranan hatibe pê.



15.04.2015 12:58 | endazer