Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mem û zîn / welat] de;

5. berî niha sê salan, min rexneyên tund û tûj û bêeman û îman lê girtine, nisretekem, rexneyên min ên li ser bilêvkirina te hê jî baqî ne, lê baş e ku te ev albûm çêkiriye. stranên ''mem'', ''zîn'' û ''ji dil'' di playlîstê de ev çend roj in cih nadin tu straneke din, min hemû ji ber kirin.



17.08.2016 01:13 | endazer

3. albûma ku nisret îmîr bi telafûza xwe ya çewt û çelexwehrî kutaye diya beytên nestêle yên ehmedê xanî de.. mirov berî ku here ber derî û dergehê parsekekî jî bi du sê dengan dengê xwe akort dike, axaftina xwe kontrol dike, evî camêrî jî muhtemelen pêşiyê çend note li hev anîne û paşê rasterê kitêba tiberik mem û zîn vekiriye û beyta dilê wî lê rûniştî hema wê gavê û wê seetê xwendiye û qeyd kiriye..

di strana xwe ya bi navê hebhinarkê de jî bi qasê barê kerekî şaşiyên bilêvkirinê hebûn, me got cara pêşÎn e normal e lê di vê albûmê de stranên ku tê de şaşiyên dîksiyon û telafûzê tune nîn in.. û rîtm û mûzîka ji bo helbestan hatîn danan jî gelekî klîşê ne..

çêkirina albûmeke wihareng fikreke têra xwe orijînal e lê xalê nisret ev fikra nestêle edem kiriye û herimandiye.. xwezî biçekî din sebr kişandibûya, li ser beyt û hebestan zêdetir şixulîbûya û albûm biçekî din bi hêviya dem û dewranê ve hêliştibûya, bi vî halê xwe albûm zêde xav û negihiştiye..



24.11.2013 02:05 | endazer