Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li qamişlo] de;

2. gotinên stranê:



ji mir gotin

dîlbera te li qamişlo mest û gêj e

li ser êşa vê dîlberê

yek şîretê kes nabêje



gotin bûk e, lê biçûk e

çîroka wê pir dirêj e

destê nojdar brîndar e

bin nenûka tev qirej e



ji mir gotin li amedê

dîlbera te pir dinale

di çavê min ji hêsra re

şev û rojê sor peyal e



ev bû sed sal di vê xewnê

li pêş çava hîn xeyalê

sal buhurîn li hêviya wê

serê îro gewr û kal e



ji mir gotin li mehabad

dîlbera te wa bêdeng e

di zindana kul û êşa

xemla bejnê tarî reng e



heger wilo jahr bimîne

cihê wêna gora teng e

min got bes e vê nebêjin

hîn ji mêjde şox û şeng e



ji mir gotin li hewlerê

dîlbera te perîşan e

ji ber êşa perçebûnê

di xemlê de dil kovan e



li nav cîhan hîn nenas e

bêsînor û bênîşan e

min got rast e, lê bi ala

xwedî tac û parleman e



ev bû sed sal ez dinalim

ji ber êşa çar dîlbera

birînen wan derman bikin

bi rondikên gulîsera



agirê sar ez ê dadim

wek ronak û find û cira

ta ku ew bax bixemile

li şûnwarê kelemperê



baha şêxo -1 :



baha şêxo -2 :



baha şêxo -3 :



Halil & Ömer :



Bülent Yıldız :



Koma Zelal :





yên heta niha bi ber guhê min ketîn an bi qewlê behdîniyan guhlêbûyîm ev in.. hûn bi ya min bikin hêj raperînkê zimanê xwe li vê stranê jî negerandî têra dilê xwe guhdarî bikin û jê bitamijin..



25.11.2013 04:08 | endazer

1. navê straneka baha şêxo ye.. di bernameyekî de dibêje ku ji helbesteka dostê xwe ferhad icmo çêkiriye ev stran.. vê taliyê ji aliyê çend kom û kolos û koloniyên amator yên ji bakurê kurdistanê ve jî hatiye stirandin lê tu versiyon nabe û nagihe ber deriyê dengê zelal û belûr yê baha şêxo..

di helbest û stranê de behs ji dilberekî ku di ber destê nojdarekî de birîndar e tê kirin.. ev dîlber qamişlo, amed, hewlêr û mahabad e yanî kurdistan e..

hem bi newa û meqamê xwe û hem bi gotinên xwe yên têr û tije straneka nestêle û nuwaze ye..

eger rojekî kurdistan ava bibe ez ê hemû stranbêjên ji bakurê kurdistanê bişînim ber destê sranbêjên ji rojavayê kurdistanê, bila bielimin bilêvkirina rast û resen ya kurmanciya gewr!

stran wekê din bi navê ji mir gotin an bi navê xwe ya rastîtirîn ji min re gotin jî tê nasîn û zanîn..



25.11.2013 03:57 | endazer