Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xweş xeber e lê min ne bawer e] de;

1. gotineka mêş û pêşûyên kurdan e.. berê mêş û pêşûyên kurdan jî bi zar û ziman bûn û wekê niha nedikirin vinginî.. henek li aliyekî gotineka bavûkalan e.. ji bo tiştên xweş lê îmkan û îhtîmala çebûn û pêkhatina wan gelekî kêm tê gotin.. wek nimûne;

-dibêjin pydê dev ji despotî û zordestiya xwe ya li rojavayê kurdistanê berdaye û gotiye ji vir û pê de ji xeynî hêz û hizbên kurd ez ê bi tu rejîm û dewletekî re tifaqê çênekim nedim û nestînim û ez ê ji ya peymana hewlêrê dernekevim û berjewendiyên kurdistanê berî berjewendiyên xwe yên hizbî û îdolojîk bigirim..

-xweş xeber e lê min ne bawer e!



an;

-dibêjin serokê konseya rêveber ya kckê filankeso di daxwuyaniyeka xwe de gotiye sirûda ey reqîb û alaya rengîn ya kurdistanê nirx û hêjahiyên temamê gelê kurd û kurdistanê ye û divê di hemû çalakiyên kurdistanî de ev ala were libakirin û ev sirûd were hildan..

-xweş xeber e lê min ne bawer e!



25.11.2013 04:25 | endazer