Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rê] de;

8. ji bo bîr û baweriyên siyasî û îdeolojîk jî tê gotin.. wek rê û rêçika stalîn.. di termînolojiya çepgiriyê de ji bo kesên dil dayîn sosyalîzmê an baweriya xwe bi sosyalîzmê anîn dibêjin hevrê yanî yên ku ji heman riyê.. li cem der û dorên kurdên sempatîzanên pkkê yên ji bakurê kurdistanê ev peyva hevrêyê ji ber tesîra peyva yoldaşê ya bi tirkî wek hevalrê jî tê bikaranîn..



27.11.2013 19:37 | endazer

7. ji bo dîn û baweriyên dînî jî tê bikaranîn.. li gorî tezekî peyva ol ya ku di kurmancî de di wateya dînê de tê bikaranîn jî ji peyva yol ya tirkî ya di wateya rê Û rêbarê de ye hatiye darêjtin..



27.11.2013 19:34 | endazer

6. yaku heçiyê pêlê dike dibe rêwî an rêwing.. lê di şûna van herdu peyvên nestêleh de mixabin peyva tirkî yolcu an bi telafûza kurmancî yolcî ya di wateya rêwî û rêwingan de tê bikaranîn..



27.11.2013 19:26 | endazer

1. bi qewlê rênas jiyan ya ku wekê kêrê di bin lingê mirovan re dihere û tê..



25.11.2013 05:02 | endazer