Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnameya zaman] de;

5. mutto an slogana vê rojnameyê jî ev e: gerçekler zamanla anlaşılır.. yanî bi ger û fetla demê re heqîqet tehequq dikin anku kifş dibin û derdikevin meydanê.. dema mirov navê rojnameyê berevajî ddike û dixwîne navê wê dibe namaz û namaz jî bi krumancî nimêj e..



28.11.2013 01:52 | endazer

4. rojnameya ku demekî ez jî abone bûm.. ji ber ku tê de magazîn û mûstehcenî tunebû kêfa min jê re dihat.. ji xwe eger mirov di mektebeka cemaetê de bixwîne ne mimkun e ku mirov nebe abone.. tu carî nayê bîra min ku min pereyê rojnameyê dayî, lê çar salan ser hev her roj rojnameya min dihate ber deriyê min..

ji aliyê polîtÎkaya xwe ya weşanê ve gelekî dişibe weşanên nêzikî pkkê.. her tişta ku li ser rûyê erdê diqewime ji pencere û perspektîveke teng û sînorkirî ya îdeolojîk ya li ser xêr û berjewendiyen rêxistin û cemaeta xwe dinêrin û radigihînin û li xelkê belav dikin.. ez bêjim li kenyayê erdhêjek çêbe çapemeniya pkkê çawa wê di ber raghandina nûçeya erdhêjê re behsa teslîmkirina öcalan ya ji aliyê vê dewletê ve jî bike.. eyn welê eger li rûsyayê an li îran û efxanîstan û erebîstana siûdî qeza an teqÎnek çêbe, zaman jî wê di ber ragihandina bûyerê re behsa tengasiyên ku hikûmetên van dewletan ji sazî û mektebên cemaetê re derdixin bike..

dawiya dawîn ew jî wekê hemû çapemeniyên li ser rûyê erdê kerekî hevsarkirî ye û hevsarê wê jî di destê kom û komeleyekî ku dixwaze temamê dinyayê bi rengên xwe birengîne û fikrên xwe lê empoze bike de ye..

malpera wê ya resmî : http://www.zaman.com.tr/haber



28.11.2013 01:47 | endazer