Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilxwaz] de;

1. jan dost li ser vê peyvê di nivîseka xwe de dibêje;



''Di ferhengan de mirov rastî van peyvên klasîk yên ku wateyên wan ji bîr bûne, nabe, loma jî em mecbûrî nivîsên berê ne ku ronahiyê diavêjin ser. Dilxwaz di wateya xwe ya zimanî de: Xwesteka dil e. Lê ku min wisa şirove kir, dilê min nekete cih. Min dizanibû ku divê wateyeke din hebe. Xanî peyvan wisa beradayî nabêje.

Di pirtûka mele mehmûdê bayezîdî adat û risûmatnameê ekradiye de, Mela Mehmûd dibêje: Bi xeyrî ji wan şetrenc û dame û gustêr, evne jî heyîne. Bi şertekî malûm dilîzin. Û yaxûd nemalûm (Dilxwaz) dilîzin. Her çî kesê ew lîz bir ew her çî ko dilê wî bixwaze distînin. Mesela: Hespêd qenc û tiştêd nadir distînin. Dibe ko di şertê Dilxwaz keçan jî distînin. Xweha wî weya keç a wî distînin. Nikul (vegera ji sozê, gotin erebî ye. J. Dost) di şertê Dilxwazîdanî nabitin. Her çî bixwaze elbette dê bidinê.

Li vir êdî me nas kir mebesta Xanî ji wê gotina Dilxwaz çi ye!''



Di malika 1691`ê ya mem û zînê de ehmedê Xanî li ser zimanê Bekoyê Ewan dibêje:



Şertê xwe ji wî bixwaze Dilxwaz

Dê keşfî bibit heqîqeta raz



Li vir Beko ji mîr Ezdîn re wiha dibêje, ew dixwaze lîstika şetrencê dest pê bibe û bila li ser şertê Dilxwaz were lîstin. Da ku Memo raza dilê xwe muheqqeq ji mîr re bibêje.



herwiha (bnr: şandilxwaz)



01.12.2013 03:02 | endazer