Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sendroma stockholmê] de;

3. sendroma ku dema mirov darî fÎlmên sînemayê dike, bi taybetî jî fÎlmên aksiyonê, bivê nevê bi mirov re peyda dibe.. wek nimûne; serlehengê fÎlmê yekî diz û neheq û zordest be jî eger biçekÎ karÎzmatîk û qeşeng û jîr û jêhatî be mirov dixwaze ku her ew bi ser bikeve û bi zilma xwe dinyayê serûbino bike..

navê dêrsimê derketiye lê di nav piraniya kurdan de heyranî û hijmekariyeke mezin ji bo serdestên xwe heye.. heta kurdên ku xwe wek kurdistanî dibînin jî heta ji wan tê dixwazin ku bişibin serdestên xwe.. eger bi çavek objektîv li tevgera siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê ya ku kopiyeyeka amator ya partiyên sîstem û rejîma tirkiyeyê ne were nêrîn wê têderkeve bê ka ez di van tez û îdîayên xwe de çendî mafdar im..



02.12.2013 18:32 | endazer