Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zeyneb] de;

2. nivîskareka nû ya tirşikê ye.. lê ji ber ku versiyona mobîl ya tirşikê neçalak e nikare bitirşikîne.. mîr û malxweyê tirşikê simurg56 an divê rojek berî rojeka din versiyona mobîl ya tirşikê bide çalakkirin, yanî bide çalakandin an jî divê kombersekî ji vê nivîskara me ya nû re bikire..



03.12.2013 01:16 | endazer

1. naveke xweş yê keçan e.. naveke erebî ye.. ji herdu peyvên zeyn û ebê pêk hatiye.. zeyn xeml û rewş e, ku ez ne şaş bim zîna kurdî û ziyneta tirkî jî ji vî navê hatine darêjtin.. eb jî bav e.. eger em her du wateyan bînin cem hev û bi hev ve bikelijînin em dikarin wek xeml û rewşa bavê xwe, navê zeynebê tebîr bikin..

di zimanê de tirkî de wek zeynep tê xwendin û transkirîbekirin.. çima? ji ber ku zimanê tirkî zimaneke modern e û tu eleqeya wê bi zimanên paşdemayî û paşverû yên wekê erebî re tunîne..



03.12.2013 01:13 | endazer