Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên ku ji ber serbestiya fikrî ya di tirşikê de dev ji nivîskariyê berdidin] de;

7. (bnr: nazim tolhildan)

(bnr: rasteqîn)



nazim tolhildan ji ya xwe hat xwar û vegeriya rasteqîn jî înşeleh di rê de ye.. *



17.03.2014 00:48 | endazer

5. (bnr: dîno)

(bnr: quto)

(bnr: reşkêşevê)

û çendek ji nivîskarê jêbirî



19.02.2014 02:49 | endazer

1. nivîskarên ku xweranegir in, bêtehemûl û bêtolerans in.. zirz û serhişk û cirnexweş in.. bi piranî alÎgir û sempatîzanên pkkê ne lê di nav wan de yên ji ber rexneyên tund û tûj yên li ser kesayetên din yên siyaseta kurd jî dev ji tirşikê berdayîn hene.. kurdên îslamî heta êvarî behsa xweşbînî û mûsamaha û xweragiriya li hemberî fikr û baweriyên din û yên din dikin û dîsa kurdên çep û sosyalîst heta evarî behsa demokrasÎ û serbestiya fikrî û serbestiya xwederbirînê ya kesên din dikin lê dema guh bi dengeke muxalîf dikevin tavilê mehdê xwe tirş û tehl dikin û şûrê xwe yê jinavbirin û tunekirinê serberjor dikin.. û tekane argûmanta van camêr û canikan jî berdêl e.. çi gava dengekî muxalîf seh bikin tavilê xwe dispêrin vê çeper û kozika pÎroz.. neyse ez meseleyê dirêj nekim di nav kurdan de kêm platformên ku wekê tirşikê heçî kesê bivê dikare bihêsanî û biserbestî ya dilê xwe der bike û bêje hene, lê nizanim ne ji ber tunebûne elim û edeteka bi vî rengî an bi rastî jî di kodên me yên genetîk de bêtehemûlî û xweranegerî heye, hebûna tirşike di çavên camêrinan re diçe û hem xwe jê dûr vedidin û hem jî bi hirde û wêde propagandaya reşkirina tirşikê dikin..



03.12.2013 03:55 | endazer