Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zeveş] de;

3. fêkiya ku li gorî deveran wek zebeş û cebeş jî tê bilêvkirin.. hetta min seh kirî forma belavtirîn ya navê vê fêkiyê şebeş e.. li aliyê mêrdînê jê re dibêjin cebeş ji xwe camêr ji diyarbekir re jî dibêjin carbekir..

navê wê bi diyarbekir re derketiye.. yanî şebeşên diyarbekir nav bi xwe dana.. her sal li ber avahiya walîtiya diyarbekir festîval û pêşbaziya şebeşan tê lidarxistin.. şebeşên li vir bêtir bi giraniya xwe zêde tên zanîn.. her yek ne kêmî 40-50 kêloyî ye.. bi qasê ku di bîra min de maye diyarbekirî evan şebeşan li nav baxçeyên xwe yên li tenişta çemê dîcleyê ku jê re baxçeyên hewselê jî dibêjin, diçînin û dîsa eger ne şaş bim ji bo ku ev çend gir û giran bibin bi gubreyê kevokan tên gubrekirin..



03.12.2013 13:24 | endazer