Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taraf] de;

9. demekî hema bêje her roj min dikirî û bi baldarî dixwend -bi taybet jî gotarên ahmet altan-, heta ji ber vê rojnameyê min dev û pozê dikandarekî di nav xwînê de hêlişt.

demekî li stembol, çûm dikanekî, hema bêje hemû rojname hebûn lê min kir û nekir min rojnameya tarafê nedît, min ji dikandar pirsî, bi zirt ji min re got ''biz taraf tutmuyoruz'' min jî ligel çend dijûnên kesanedî jê re got ''taraf tutup tutmadığını sormadım, taraf satıyor musun, satmıyor musun?'' wî jî bi dijûnan bersiv da, destê min de nanekê sumon hebû, min nan li nav çavê wî da û bi kulm û pehînan ketim ser laşê wî, heta hevalê wî yên dikandar pê ve hatin, min bêhna xwe lê fireh kir, lê mîratê li wê semtê marketa nêzik ew der bû, piştî şer ji bo kirrîna nên, bi otostopê nîv saetan rê diçûm. semta ez behsê dikim sîteyeka li yukarı halkaliyê bû.



10.08.2016 21:50 | endazer