Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [si tu meurs, je te tue] de;

1. navê fîlmeka derhênerê kurd, hiner saleem e.. bi kurmancî mirov dikare wek nemire anna ez ê te bikujim wergerîne.. ji aliyê mijar û naveroka xwe ve fîlmeke beredayî ye Û mirov bawer nake ku derhênerê fîlam vodka lemonê ev fîlm kişandibe, lê golshifteh farahanibi wê sormanciya xwe ya şêrîn û nazmi kırık û özz nujen bi karîzmaya xwe ya kurdewarî hemû amatorî û absûrdiyên fîlmê berteref dikin.. fîlm di sala 2011an de hatiye kişandin.. fîlm di nav sÛk û kolanên ewropayê de behsa toreyê û fêhm û feraseta namûsê dike.. piştî fîlmê min go qey bi şaşî ez hatime fîlma mahsun kırmzıgül..

rûpela imdb ya vê fîlmê: http://www.imdb.com/title/tt1671482/?ref_=nm_knf_t4

û ji bo xwendina hevpeyvîneka bi kurdî ya bi derhênerê fîlmê re hatiye çêkirin: http://www.sinemayakurdi.com/film-bilgileri-agahi/283-heger-bimiri-ez-e-te-bikujim.html



04.12.2013 01:55 | endazer