8. gaziantep e.. bajareke dejenere û bêesl e.. cemaeta faethullah gülen li vî bajarî gelekî xurt û xudan hêz e.. ez ne şaş bim tenê sê zanîngehên teybet yên cemaetê li vî bajarî hene.. zengÎntirîn malbata bajêr, konukoğlu anku sanko holding heval û piştgirê cemaetê ye, ofîs û stûdyoyên yekem kanala taybet ya kurdî ya li tirkî dest bi weşana xwe kirî, dunya tvyê jî li eyntabê ne.. piştî salên 90î gelek malbatên ji cizîrê ji ber zilm û setema dewleta tirk dayîn stû malên xwe ji cizîrê bar kirin û li eyntabê bicih bûn.. yek ji van malbatan jî malbata kadooğlu ye.. îro hem li eyntabê hem li stembolê û hem jî li başûrê kurdistanê di gelek sektoran de Îş dikin lê li ser hesabê tirkî û tirkîtiyê.. |
|
26.10.2013 18:41 |
endazer
|
4. ''Dîlok (wekî Dilok, Diluk, Duluk û Dûluk jî tê nivîsandin; bi tirkî Gaziantep) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye. |
|
17.06.2013 23:47 |
endazer
|
3. li ber dilê min piştî ruhayê rûreşiya duyem ya kurdistanê ye.. bajarekî bifikire ku ji nîvî bêtir niştecihên wê û zengîn û sermiyandarên wê kurd bin û di hilbijartinên siyasî de partiya kurdan nekare bigihe asta dengên partiyên tirkan yên şoven, faşîst, kevneperest, ji xwe re misilman û ji xwe re sosyalîst.. ji ber vê profîl û vê nasnameya siyasî ya şêniyên vî bajarî mehdê min ji vî bajarî dixele û siba-dusiba eger zelzeleyek lêbide ez ê qet û qet li ber nekevim.. |
|
17.06.2013 23:40 |
endazer
|