Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [daskan] de;

3. di bioya twittera xwe de wiha nivîsandiye;



''bi Kurdî dikene lê ne Kurd e - Kevnefiroş - Zavayê Parêzgerê Duhokê - Tevgera Gundiyên Kurdistanê (TGK)

Muxla / Nisêbîstan · lotikxane.com''



zavayê parêzgerê dihokê hee? *



(bnr: tiştên ku divê bavê mirov pê nehese)



15.02.2014 02:13 | endazer

1. nivîskarekê tirşikê.. ji mêj de ye di tirşikê de qeydkirî ye lê performanseke hêjayî pesn û wesf û behsê nîşanî me nekiriye hîn.. heta niha tenê 13 peyam di tirşikê de tirşikandine.. ji tunehiyê çêtir e tabî lê ne bes e.. neyse wekê her nivîskareke nû min go ez binêrim camêr kî ye û di derbarê xwe de çi nivîsandiye.. min dît ku di beşa malperê de bloga xwe jî nivîsandiye, min navnîşana blogê tikand û çavê min li tişteke din aliqî, mn hew dît bi dengeke berz û bilind burhan berken strana were rindê rindê rindê rind rindikêyê dibêje, ez ecêbmayî mam min got vê nîvê şevê ev deng ji kû tê gelo.. paşê piştî ger û geşteke kurt di nav sekmeyên vekirî de ez lê hay bûm ku deng ji bloga vî camêrî tê..

yanî nivîskareke xudan blog e.. bi xêr hatiye.. em hêvî dikin ku di tirşikê de zêdetir binivîse û temendirêj be.. bloga wî ya şexsî ji vir dikare were seredankirin: http://daskan.tumblr.com/



06.12.2013 01:39 | endazer