Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pişkîn] de;

3. bi qewlê wîkîpediyayê: bêhnijîn, pijmîn, hilpişkîn, fişkîn, pişmîn, firijîn, ferixîn, ferixîn, bêhemdî xwe dengê "hettiş" jê hatin (bi taybetî ji ber alerjiyê) bi tirkî; hapşırmak û bi Îngîlîzî; sneeze..

tirk dema dipişkin dibêjin hapşû, îngîlîz dibêjin tîşû û kurd û kurmanc jî hepşû (h-ya erebî yanî ya stûr)

dema mirov bi sermayê dikeve an dema bêhneke sift û kesîf bi ber bêvila mirov dikeve çêdibe..

dema yek li civatekî dipişke jê re dibêjin, xêr be û ewê pişkiyayî jî jiwan re dibêje, sax bî, rehme'l dêûbavê te, xwudê ji te razî be, eger civakeke îslamî be, yê ku pişkiyayî eger bêje elhemdulîlalah, yên li civatê jî jê re dibêjin yerhemekumullah û ewê pişkiyayî jî cardî dibêje ''yehdîne weyehdîyekumullah''..



04.03.2014 04:55 | endazer