Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [21. pêşbirka çîrok û helbestan a huseyîn çelebî] de;

1. ''Serlêdanên ji bo "Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî" ku ji sala 1993'an û vir ve ji aliyê YXK'ê ve tê lidarxistin, destpê kir. Pêşbirk li gel zimanên Kurdî û Tirkî, îsal bi zimanê Elmanî jî tê lidarxistin.



Serlêdanên ji bo 21. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelekî, ji 15'ê Hezîranê û pê ve destpê kirin. Di pêşbirka 1'ê Îlona sala 2013'an de wê çîrok û helbestên bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî û Soranî), Tirkî û Elmanî cih bigirin. Der heqê pêşbirkê de Komîteya Amadekar ev bang kir:



"Di rojevê de, gelek guhertinên civakî yên mezin li Kurdistan û Tirkiyê hene. Bi taybetî, "Pêngava Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" a di Newroza li Amedê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, ji bo çareseriya pirsgirêkên Kurdistan û herêmê û avakirina civakên demokratîk û azadîperest, firsendeke dîrokî ye. Berxwedana gelan a di serî de li Rojavayê Kurdistanê û Parqa Gezî ya Stenbolê ya li dijî paşverûtî, dîktator û deshilatdarên zextdar, dewam dike.



Em weke Komîteya Amadekar, pêşbirka xwe ya îsal, di kesayetiya sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hat kuştin, yadî "Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avabûna Jiyana Azad" dikin. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, ku îsal a 21. tê lidarxistin, ji bo gelê Kurd û dostên wan bûye platformek ku hestên xwe û berhemenên xwe yên wêjeyî lê bînin ziman. Bi taybetî jî girtiyên azadiyê pêwendiyeke mezin nîşan didin. Par nêzî 550 berhem beşdarî pêşbirkê bûbûn. Îsal jî li gel zimanên Kurdî û Tirkî wê bi zimanê Elmanî jî beşdarî çê bibin."



ŞERTÊN PÊŞBIRKÊ



Mîna hersalê îsal jî 21. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ji du beşan pêk tê. Beşa yekemîn; Qebûlkirina berheman a ji 15'ê Hezîranê destpê kir û heta 1'ê Îlonê dewam dike. Berhem divê di çarçoveya şertên li jêrê hatine rêzkirin, bi rêya "posta an jî email" heta 1'ê Îlonê werin şandin. Berhem wê bi tenê bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî û Soranî) Tirkî û Elmanî bên qebûlkirin û ji aliyê jûriya ji 18 kesan ve werin nirxandin. Beşa duyemîn a pêşbirkê jî; wê di 26'ê Cotmeha sal 2013'an de wê li bajarê Elmanya Kolnê çalakiyek were lidarxistin û yên bi serketine, xelatên xwe werbigirin.



Şertên beşdariya pêşbirkê:



- Zimanê beşdariyê (Kurmancî, Kirmanckî, Soranî) Tirkî û Elmanî ye.

- Divê berhem li ti devera din nehatibe weşandin.

- Beşdar dikarin di beşa helbestan de bi 2, di beşa çîrokê de jî bi berhemekê (Zêdeyî 15 rûpelan nayê qebûlkirin) bibin.

- Divê beşdar berhemên xwe li gel kurte-çîroka jiyana xwe û navnîşaneke pêwendiyê, herî dereng heta 1'ê Îlona sala 2013'an bi awayekî were xwendin, bişînin navnîşana li jêrê hatiey dayîn. Beşdarên derfetên wan nebe jî dikarin bi rêya e-mailê bişînin.



Endamên desteya hilbijêr a pêşbirkê:



Beşa helbestên bi Kurmancî: Tosinê Reşîd, Selaheddîn, Şengul Ogur

Beşa helbestên bi Tirkî: Hîcrî Îzgoren, Sezaî Sarioglû, Şukru Erbaş

Beşa çîrokên bi Kurmancî: Reşad Sorgul, Loqman Ayebe, Samî Hêzil

Beşa çîrokên bi Tirkî: Îrfan Aktan, Esra Çîftçî, Guler Yildiz

Beşa çîrok û helbestên bi Kirmanckî: Haydar Diljen, Denîz Gunduz, Mûzaffer Ozdemîr

Beşa çîrok û helbestên bi Soranî: Awat Mûhammad

Beşa çîrok û helbestên bi Elmanî: Monîka Morres, Anja Flach



Navnîşana pêşbirkê:

Pêşbirka Wêjeyî - Edebiyat Etkinliği - Literaturveranstaltung

Postfach: 100603, 52006 Aachen

E-mail: h.celebi2013@yxkonline.de

Têkiliya bi YXK'ê re: info@yxkonline.de



HUSEYÎN ÇELEBÎ KÎ YE?



Serokê rûmetê yê YXK'ê Huseyîn Çelebî, di sala 1967'an de li bajarê Hambûrgê weke zarokê malbateke Dêrsimî hat dinê. Di sala 1986'an de dest bi zanîngehê kir, di sala 1988'an de ji ber xebatên xwe yên ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hat girtin û du salan li girtîgehê hat ragirtin. Çelebî xebatên ji bo agahdarkirina civak û raya giştî ya Elman dimeşan, di sala 1990 de tevlî têkoşîna gerîla ya li Kurdistanê bû û di sala 1992'an de di şerekî li Heftanînê de jiyana xwe ji dest da.''



17.06.2013 18:28 | endazer