Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [quran] de;

8. dema ji aliyê yekî deng û miqam xweş ve bê xwendin, û yê guhê wî li quranê jî eger frekansa rezonansa ruhê wî jê girtibe, kare sond bixwe û bêje ez derketime mîracê..



(bnr: bi meqamê dengbêjiyê xwendina quranê)



18.06.2014 02:52 | endazer

2. kitêba miqedes.. pirtûka pÎroz ya dÎnî îslamê..

li sala 610ê piştî zayînê, di şeva leyletul qedrê de ji bo rê nîşanî mirovên ku ji rê derketine û rêya xwudê ji bîr kirine bike û wan vegerîne ser rêya rast û durist bi rêya milyaketê bi navê cebraîl ji bal xwudê ve ji bo pêxemberê îslamê, muhemd pêxember hatiye danîn anku niziliye..

li gorî baweriya îslamê, muhemed pêxember, pêxemberê dawîn û quran jî pirtûka dawîn ya ji nav her çar pirtûkên pÎroz e ku li gorî baweriyê ji bal xwudê ve nazil bûne..

pêxemberê îslamê, muhemed pêxember, di sala 610ê mîladî de, ku hingî çil salî bû û hêj pêxemberî jê re nehatibû, ji bo ku bikeve silûk û xilwetê derdikeve serê çiyayê nûr û di şikefta hîrayê de dimîne, şevekî ji şeva meha remezanê, li gorî baweriyê şeva leyletul qedrê, mezintirîn milyaketê xwudê, milyaketê wehyê, cebaîl wehyiya ewil ji bal xwudê ve ji bo muhemed pêxember ji bo ku li mirovên ku ji rê derketine û rêya xwudê ji bîr kirine belav bike tÎne..

ayeta pêşîn ya quranê îqre' yanî bixwîne ye û di nav sureya eleqê de ye.. cebarîl sê caran ser hev vê ayetê diwekilîne, piştî ku muhemed pêxember dibêje ez çi bixwînim van her pênc ayetên li jêr jê re dixwîne..



1- “bixwîne, bi navê Xwudayê ku tu xuliqandî.”



2- “ewî, insan ji çilkek xwîn xuliqand.”



3- “bixwîne, rebbê te xudanê keremeke bêserûber e..”



4- “ku ewî, qelem li qederê gerand.''



5- “û peşkek ji ilmê xwe li insan gerand.''




bi vî awayî, quran di nav bîst û sê salan de ayet bi ayet û sure bi sure bi temamî nazil bû. bi piranî ayet û sureyên quranê li ser pirs an bûyereka civakê nazil dibû.. ayeta dawîn ya quranê ya ku nazil bûye ayeta 281emîn ya sureya beqereyê ye ku tê xwudê wiha dibêje:



''ji roja ku hûn ê bi ser xwudê ve vegerin û bêyî qisûr û kêmasî û bêyî ku ferqiyet û neheqî were kirin herkesê bi ser ya xwe ve/heqê xwe ve bibe, bitirsin.''



12.12.2013 06:00 | endazer