Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [le grand bleu] de;

2. navê fîlmê bi frensî ye.. ji bo îngîlîzî wek the big blue yanî şÎna mezin, û ji bo tirkî jî wek derinlik sarhoşluğu yanî serxweşiya kûrahiyê hatiye wergerandin..

wergera bi tirkî bêtir nêzikî mijar û wateya fîlmê ye.. ji bo kurdî û kurmancî jî mirov dikare navê fîlmê wek şÎnahiya bêbinî an serûbinê behrê wergerîne..



13.12.2013 06:35 | endazer

1. fÎlmeke melankolÎk e.. fÎlma derhênerê navdar, luc besson e.. di 1988an de hatiye kişandin.. di fÎlmê de aktor û aktrîstên meşhûr yên wekê jean reno, rosanna arquette û jean-marc barr dileyîzin..

fîlm li giraveka yunanîstanê destpê dike û behsa hevaltiya enzo û jacques ya ku li ser hejêkirina noqavbûna binê behrê ye dike.. piraniya fîlmê di nav behrê û di binê behrê de derbas dibe.. enzo yanî jean reno mirovek zêde rikoyî û azmend e di kategoriya noqavbûnê de xwediyê çendÎn şampÎyonayên cîhanê ye û jacques yanî jean-marc barr jî yekî xemsar e hîn biçûk dêya wî ji wan qeriyaye û bavê wî jî jacques hîn zarok di dema noqavbÛnê de jiyana xwe ji dest dide..

mijara fÎlmê li ser reqabeta di nav enzo û jacques ya di binê behrê de pal dide û xwe dirêj dike..

aura û atmosfera fîlmê çendî eger ba û kîşwera behra spî ya şÎn û spî bide ber bêhna mirov jî, rêwingiya herdu karakteran ya berev jêrtirîn nuqteya binê behra bêserûber ve dil û hinavê mirov diherişÎne..

fîlmeke kaotîk û depresÎf û melankolÎk.. eger dilê we ji dinyayê û ji jiyanê sar bibe û dilê we diçe û dibije mirinê jê nemînin, na eger hûn dibêjin ez ji hal û wextê xwe memnûn im, her êş û elema ku bela xwe difiroşe min, min xurttir dike, berê xwe jî pê ve nekin, herin ji xwe re darî fîlmên woody allen bikin



13.12.2013 06:22 | endazer