Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi riya tirşikê şopandina rojeva kurdistanê] de;

1. yek ji armancên sereke yên avakirina tirşikê ye lê mixabin hîn ew şert û merc pêk nehatine, ku bêyî ku mirov serî li ajans û malper û rojnameyan bixe, bikaribe bi riya tirşikê ji rojeva kurdistanê agahdar bibe..

çend sebebê bingehîn yên vê yekê:

-kêmbûna nivîskarên tirşikê..

-kêmbûn hetta tunebûna nivîskarên ji parçeyên din ên kurdistanê..

-apolîtîkbÛna nivîskarên tirşikê, yên polîtÎk jî an mûrîd in û bûne êxsîrê qebûl û qalibên xwe an jî bi qasê ku dilê mirov ji siyaseta kurdistanê reş bikin tund û tûj û dijwar in..

-sînorên aqlî û fikrî û siyasî yên di navbera parçeyên kurdistanê de.. hê jî tu toreka çapemeniyê ya kurd nekariya bibe berdevka temamê rojeva kurdistanê, ji bo nimûne hema bêje her du rojan rojekî ciwanek li rojhilatê kurdistanê tê şeniqandin lê di çapemeniya kurd de ji xeynî nûçeya daleqandinê em rastî tu nûçeyeke din ya li ser çîroka ciwanên têne daleqandin nayêne..



13.12.2013 20:43 | endazer