Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bab'aziz] de;

2. fîlmek ne xirab e.. mekan û atmosfer û mûzîkên di fîlmê de gelekî baş in.. min bi riyên îlegal soundtracka vê fîlmê daniye û kengî bêhna min teng dibe ez bêhna xwe pê vê albûmê aş û avreşandî dikim.. çendî motîf û dekor û karakterên di fîlmê de îslamî bin jî eger misilmanek heq darî vê fîlmê bike bihêsanî dikare li gorî şerîetê fermana kuştina derhêner û lîstikvanên fîlmê bide.. * fîlm wekê ku ji pencere û perspektîva oryantalîstekî behsa ger û geşta manewî û navxweyî bike..

henek li aliyekî fîlm tam li gorî rojavayiyên ku dilê wan li ser dînê îslamê heye an dihewisin ger û geşteke wiha manewî.. wekê din metaforên gelek baş derheqê jiyîna li dû mirinê di fîmê de hene.. wek teşbîha zaroka di zikê diya xwe de..



18.06.2013 22:20 | endazer