Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [imdb] de;

2. min hema bêje darî hemû fîlmên di lîsta baştirîn 250 fîlmî yên vê malpera nirxandina fîlman kiriye.. piraniya fîlmên di lîstê de fîlmên baş û biqalîte ne lê carinan fîlmên ku mirov fêm nake ku bê ka çawa ketiye di lîstê de jî hene.. berê fobiya fÎlmên reş û spî li bal min hebû lê saya serê fîlmên di vê lîstê de ku gelek jê hevalên bapîrê min ê rehmetî ne ev fobî û antîpatî li cem min nema.. wekê din ez dikarim bêjim ku ez îngîlîziya xwe deyndarê van fîlman im.. di piraniya fîlman de îngîlîziyeke fesîh û sade hatiye bikar anîn heçiyê bivê bihêsanî pê hinekî bal û dêhneke bell dikare bêyî jêrenûs ji zimanê fîlman têbigihe.. ji bo nimûne fîlma twelve angry men berê jî di arşîva min a fîlman de hebû û min ji gelek hevalên fîlmhez pesn û wesfê vê fîlmê bihîstibû lê ji ber ku fîlm reş û spî bû û ji mêj de hatibû kişandin laşê min nedikete ez vekim û darî bikim.. lê piştî ku min di rêzên pêşîn ya vê lîsta 250 fîlmên herî baş de navê vê fîlmê dît min go nalet li şeytên û ez li ber fîlmê rûniştim min nezanî fîlm kengî destpê kir û çawa xilas bû.. û serde jî temamê fîlmê di salonekî de li ser maseyekî derbas dibe..



2013.06.18-21:57 | endazer