Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ergatîvîte] de;

5. tenê di lêkerên gerguhêz yên li gorî dema borî têne kişandin de tê dîtin..

lêkerên gerguhêz çawa ji yên negerguhêz ferq dibin an tên nasîn? eger bikaribe bireserekî bistîne anku eger bikaribe bersiva pirsa çi-yê bide -ji xwe di hevokê de şêwaza dîtina birserê jî jêpirsîna pirsa çi-yê ye- ew lêker gerguhêz e û kirdeya wê divê bi awayê xwe yê tewandî were bikaranîn.. yanî di şûna ez ê de divê min were bikaranîn..



wek nimûne: xwarin, çi xwarin? sêv, şÎv, goşt, wê çaxê ev lêkereke gerguhêz e û divê koma tewandÎ ya kirdeyan -min, te, wê/wî, me, we, wan- were bikaranîn.. û di van hevokan de eger kirde ne cÎnavk lê navdêr an rengdêr be hingî li gorî zayenda xwe divê qertafa zayendiyê bistÎne.. çend nimûne;



min sêv xwar.

Elîyî sêv xwar.

bêrîvanê sêv nexwarin.

wan şîv nexwar.



wekê ku di nimûneyan de jî tê dÎtin lêker li gorî bireserê dişêwe an ditewe anku teşeyî digire..



eger lêker negerguhêz be, ji xwe muemeleya demên dî ên wekê dema dêbê û dema niha bi lêkerê tê kirin..

wek nimûne; sekinîn, girîn, şaş bûn, rabûn.. ev lêkerên negerguhêz in û bireserê nastînin anku bersiveke rast û di cihde nikarin bidin pirsa çi-yê û wek kirde komên sade yên cînvakan tên bikaranîn..



ez sekinîm.

erebe nesekinî

ev sê roj in welatiyên koreya bakur bi ser mirina serokdewletê xwe de digirîn.

bêrîvan li hemberî vê helwesta wan şaş bû

em rabûn ser xwe, lê tu ji destê me nehat.



23.02.2014 17:53 | endazer