1403. pirtûkeka qedrî yıldırım bi navê fêrkerî soranî heye, bi du tîpên aramî-latînî û bi zaravayên kurmancî-soranî û tirkî ye pirtûk. demekî bi niyeta hînbûna soranî min standibû lê min bi xwe re nedît. pirtûkek xweş xuya dike ji bo destpêkê. ji xwe piştî tu hînî alfabeya aramî û çend peyvên sereke yên soranî bûyî bi xwendina malperên soranî Û temaşekirina televîzyonên soranî tu yê bi hêsanî xwe pêşve bibî. Here lînkê |
|
11.05.2022 13:25 ~13:25 |
endazer
|
799. Gelî civaka hêja ya tirşikê gelo hûn di devoka xwe de di nav axaftinê de ji bo ""vicdan azabı" ya bi Tirkî çi dibêjin? Ji bo nimûne hûn dikarin hevoka "ona bu yaptıklarımdan dolayı vicdan azabı çekiyorum" bi Kurdiya devok û devera xwe binivîsin? Mebesta min ji vê pirsê ne wergera rasterast ya vê biwêjê ye. yanî dixwazim bizanibim ka di berdêla vê biwêjê de li cem we çi tê gotin? |
|
25.04.2020 23:11 ~2020.04.26 00:05 |
endazer
|
752. @rizgarm du tişt hatin bîra min yek dewl bêtir ji bo kêşana ava bîran tê bikaranîn, ji çerm tê çêkirin. yek jî meşk ew jî bêhtir ji bo keyandina mast û çêkirina dew tê bikaranîn lê ji bo avê jî bikar tînin. dîsa ew jî ji çerm çêdibe. |
|
06.03.2020 23:48 |
endazer
|
526. @mijdar ''avêtin, dev avêtin'' dibêjin. bi tirkî bêtir bi wateya ''sataşmak'' dide.biwêja ''laf atmak'' bêtir wate û întîbaya kirina gotinên nexweş ji bo jinan ji aliyê mêran ve dide. yanî tacîz anku destdirêjiya devkî an rasterast devdirêjî. lê ''dev avêjtin'' biçekÎ din masûmtir e li gorî ya tirkî. |
|
27.05.2017 12:47 |
endazer
|
517. carê dema te tiştek dinivîsî, kopÎ dikir û pêl bişkojek ji bişkojên jêr yên wekê bnr, vbnr, lînk.. dikir ew ê kurterêyê ew nivîsa te kopî dikir li xwe digirt. lê niha dema pêl yek ji wan bişkojan dikim, kurterê di dawiya wê nivîsê re derdikeve. mesele dema min diwest binêrina simurg56 bidim. min simurg56 dinivîsî, kopî dikir û pêl bişkoja bnr dikir (bnr: simurg56) çêdibû, lê niha simurg56(bnr: ) çêdibe. |
|
13.05.2017 00:11 |
endazer
|
513. @xwelî li ser hesabek li ser twitterê hebû di destê simurg56 de bû, hê jî heye nizanim? |
|
07.05.2017 02:39 |
endazer
|
503. Hevalekî ji bo xwe û jina xwe ji min kincên kurdî (şal û şapik, kiras xiftan) xwest. Pirsa ewil li gorî we kincên kîjan herêmê (Botan, Behdînan, Soran, Hewraman) bêtir levhatî ne? Pirsa duyê kîjan qumaş çêtir e? Pirsa sêyê ji kû derê mirov dikare peyda bike? |
|
21.04.2017 20:56 |
endazer
|
413. ji bo peyama 411 (bnr:tirşik forûm/95591) |
|
22.11.2016 20:29 ~20:29 |
endazer
|
405. min ew ciwanik dît, meger wêne ji sehneya fîlmekÎ hatiye girtin, min digo qey ji jiyana rastî ya jineke koçer hatiye girtin. ez şaş mam jineke di nav kincên kurdÎ û koçeriyê de ev çend bedew û levhatÎ, di nav kincên normal de çawa ev qasî ji rêzê dixweye?? mehmûd berazî- ji bo şengalê (dengbêj ezîzê simê) vîdyoyê veke orkestraya heskîfê- hele yeman ; vîdyoyê veke mehmûd berazî - çeleng ; vîdyoyê veke mehmûd berazî - êvarên havînê; vîdyoyê veke mehmûd berazî - ay lo dilo ; vîdyoyê veke |
|
07.09.2016 02:32 ~02:36 |
endazer
|
393. li vê ciwanikê digerim? kî zane li kû peyda dibe? |
|
05.09.2016 22:16 |
endazer
|
388. ez dikarim rûbaro ji nav strana serhedo derxim, ez versiyoneka biserêxwe ya vê stranê dixwazim, versîyoneka destêkesîlêneketî, yanî gelo ji bilî versiyona jor kesî berî niha dengê xwe li vê stranê germ kiriye, eger erê qeydeka wê heye? û çawa dikarim xwe bigihînmê? |
|
16.08.2016 20:13 |
endazer
|
386. di nav strana jor ya serhado de straneka bi navê rubaro ya gelêrî heye? min ev stran tenê divê lê peyda nabe, li hêviya xêrxwaz û xweyîxêrekî me.. edît; dawiyê min stran dît vîdyoyê veke |
|
16.08.2016 19:33 ~2016.10.23 22:21 |
endazer
|
382. dastanekkevin kevin hebû, bi behdîniya xwe ya xweş dinivîsand lê zû de ye pêjn jê nayê. ji rojava jî çend nivîskar hene lê zêde nanivîsin, ji rojhilat û bi taybet ji xorasanê jî çend nivîskar hene ew jî zêde nanivîsin, ji ber li cem wan ferhengên înteraktîv nîn in, tu çi qas ji wan re bêjî û li ber wan bêxî jî, bi serê wan nakeve. |
|
24.07.2016 12:24 |
endazer
|
379. Herdu hevokên jor jî yên dema bê ne, bi dema niha divê mirov bêje, ez diçim malê. |
|
22.07.2016 14:23 |
endazer
|
374. daçeka li bêtir dşibe daçeka at û on ya îngîlîzî,û di...de jî bi ser daçeka in ve diçe.. |
|
21.07.2016 01:13 |
endazer
|
205. ji bo peyama 204; qertafa dema bê, bi tirkî -ecek, -acak, bi îngîlîzî; will/shall |
|
20.09.2015 01:13 |
endazer
|
197. îlahiyek bi kurmancî hebû, ez ne xelet bim yekî bi navê bîlal digot, navê stranê nizanim lê ihtimal e ku îslama min be |
|
10.09.2015 00:46 ~00:52 |
endazer
|
91. bersiv ji bo peyama nimro 90ê: |
|
19.09.2014 21:41 |
endazer
|
88. bersiva pirsa peyama nimro 87: |
|
19.09.2014 13:49 |
endazer
|
38. hesabek heye li ser sosyal medyayê bi ser navê nasekî dîmen û vîdeoyên nepêketî belav dike, gelo derfet heye mirov bi ser nasnameya wî/wê ve bibe? ango aypiya wî bike di qûzê diya wî de.. bêyî ku mirov serê xwe bi polîs û parêzer û dozgeriyê re biêşîne.. |
|
14.06.2014 20:42 |
endazer
|
33. em didin qeraxê rê |
|
02.06.2014 21:02 |
endazer
|
11. simurg56 strana tu lê digerî ne ev be gelo? |
|
19.02.2014 02:56 |
endazer
|
4. hevalê sîmurg stranbêjek bi navê comerd heye.. hem şaşika wî heye û hem staran ax kurdistan kurdistan navê te çi şirîn e dibêje û hem jî derdiket û derdikeve ser tv-yên pkkê yên wekê med û medya û mmc û roj û stêrk tv-yê.. |
|
01.02.2014 19:07 |
endazer
|