Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [destê xwe bi serê yekî ve anîn] de;

1. du wateyên vê biwêjê hene.. wateya wê ya rastî dema ku kesek bi dilînên rehm û dilovaniyê nêzî zarokekî dibe jê re tê gotin ku filankesî destê xwe bi serê bêvankesî ve anî.. wekê din carinan ji bo şibîn û lêçûnan jî tê bikar anîn nexasim ji bo zarokên nehs û netebitî tê bikar anîn.. ji bo nimûne dema zarokek şûmî û nehsiyan bike dê û bavê zarokê ji yên li dora xwe re dibêjin filankes tu mirovek qenc û salih î ka destê xwe bi serê vî zarokî ve bîne belkî biçekî li te were an li te bişike.. wateya mecazî ya vê biwêjê jî xapandin û şelandina kesekî ye.. dema ku kesek bi binbinkî dek û dolaban li dora kesekî bigerîne û ew kesê hîlexwarî paşê bi rewşa xwe bihese jê re tê gotin filankesî destê xwe bi serê bêvankesî de anî û çû..



19.06.2013 13:58 | endazer