Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dersu uzala] de;

1. fîlma ku ev çendik û çend sal bûn di arşîva min de stûxwar li hêviya min bû..

duh min bi xwe re dît Û darî vê fîlmê kir.. fîlmek xweş zerîf û nestêle ye.. fîlm teqrîben 2.30 seet diajo lê mirov qet bi dirêjiya fîlmê nahese..

fîlm di sala 1974an de ji aliyê derhênerê japon, akira kurosawa ve hatiye kişandin.. çîroka xwe ji bîranîn û serpêhatiyên gerokê rûs yê bi navê vlademir arseniev werdigire.. di sala 1976an de oscara baştirÎn fÎlma biyanî distîne..





(spoiler: di fÎlmê de kapÎtanek û leqek leşker ji bo topografiyaya deverê bigirin derdikevin çiya Û daristanên asê.. li derekî kapÎtan yanî fermandarê leşkeran disekine Û difermîne ku li wir ji bo bêhnvedanê kamp were danîn.. leşkeran li dora agir dor vegirtine, ji nişka ve ji nav tariya şevê û darê daristanê mogolek çavdûçi derdikeve, pê re ev mogol xwe bi civata leşkeran dide nasîn, derdikeve meydanê ku ev kes yekî nêçîrvan e piştî ku jin û zarokên wî ji ber nexweşÎna xuriyê (nexweşîna çîçekê) dimirin ev ji mala xwe berdide û li daristanê dimîne.. kapÎtan teklîfa rêberiyê jê re dike û ew jî qebûl dike.. bi vî awayî çÎroka kapÎta û dersu uzala destpê dike.. dersu uzala bi zanîn û ezmûna xwe ya li ser jiyana li nav xwezayê gelekî bi kêrî kapÎtan tê.. çend cara kapÎtan ji devê mirinê xilas dike.. lê dawiyê ji ber kalbûnê çavê dersu uzala baş nafitirÎnin û nikare ji heqê xwezayê de derkeve der.. kapîtan wî vedixwîne mala xwe û ew jî vê teklÎfê qebûl dike..

lê dersu uzalayê ku hînî jiyana azad ya li nêv xwezayê bûye di xanîyên bajêr yên wek qutiyan teng û asê de hilnaye û ji kapÎtan dixwaze ku vegere cihê ku jê hatiye.. kapîtan jî piştÎ ku dibîne di mal de hedara dersu uzala naye û nikare bi jiyana li bajêr îdare bike, tifingekî baş jê re dike diyarî û wî berdide.. )



di fîlmê de karakterê esil û esasî bi hemû astengî û zehmetiyên xwe ve xweza ye.. derhênerê fîlmê akira kurosawa bêyî effekt û dek û dolabên sînemayê fîlmê welê bi hostayÎ berpêşî bîneran dike ku mirov dibêje qey bi xwe jî yek ji karakterê fîlmê ye.. hemû sehne Û sekansên fîlmê di tama kartpostalan de ne.. diyalogên di navbera karakteran de kurt in lê ji dil û samîmî ne..

têkiliya dersu uzala ya ligel xwezayê ji bo mirovahiya ku bi egera medeniyetê xwezayê talan dike derseke mezin e.. li gorî min her mirovê meyla wÎ/wê li ser sînemayê heye divê darî vê fîlmê bike..



16.12.2013 17:31 | endazer