Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hozan diyar] de;

5. strana wî ya meşhûr ya bi navê biz apoya söz vermişsiz ji aliyê xêrxwazeke misilman ve li qumaşê îlahiyan hatiye fesilandin..





edith piaf: lÎnk hate sererastkirin, kî çi xêr ji uludagsozluk.comê dîtiye heta tirşik bibîne..



17.12.2013 01:07 | endazer

1. hema bêje meşhûrtirîn stranbêjê kurd e.. li çarnikarê kurdistanê heyran û hejêkerên mûzîka wî hene.. ew jî ji ekola koma berxwedan e û bi salan di nav koma berxwedan de strandiye û mûzîka xwe îcra kiriye.. albûmên wî yên pêşîn bi piranî li ser kurdayetiyê bûne lê vê paşiyê êdî bêtir li ser eşq û evînê distire.. herdu albûmên wî yên vê taliyê ne tê de hemÛ albûmên wî yên din serkeftî ne û hêjayî guhdarîkirinê ne..

bi taybetî jî albûma wî ya bi navê kehniya stranan ya ku ligel xelîl xemgîn derxistî mirov jê têr nabe.. mixabin ji ber terz û stîla wî ya nêzikî erebeskê ji aliyê derdorên mûzîkhezên kurd ve hatiye aforozkirin.. û ji ber ku êdî wekê berê ji bo öcalan stranan nabêje jî wek berê di bername û ahengên kanalên nêzikî pkkê de dernakeve.. ev navê hozaniyê jî ez ne şaş bim ji ber ku li başûrê kurdistanê jî stranbêjeke bi navê diyar heye bi pêşiya navê xwe ve kiriye.. wekê din wek diyar dêrsimî jî te nasîn..



17.12.2013 00:51 | endazer