Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hevrexnekirina tirşikvanan] de;

4. rexne tiştekî baş e.. lê eger mirov serwextî tiştekÎ be, yanî bes ji bo ku tu ji yekî aciz î an ji bo ku siyaset û îdeolojî û baweriya te û yekÎ ji hevdu nagire tu rabî û di kirasê rexneyan de bersivê bidî her tişteka ku dibêje an dinivîse, hem tu wê bibî pêlêhvok û cihê tevz Û tinazan û hem tu wê wî belesebeb aciz bikî..

li cem me kurdan komplekseke wiha heye em dibêjin qey dema em elimîn kurdî em karin behsa her tiştî bikin, lê tu bi heft zimanan jî bizanibî, eger te berê li ser modernîzmê, astrofîzîkê, sosyolojiyê, îslamiyetê, pkkê tiştin nexwendibin, (ji xwendinê mebest ne tweet û parvekirinên li ser facebookê û kurtepistên ji devê xelkê û çend gotarên kolomnîstên rojname û malperên înternetî ne) bi ehl û erbabê meseleyê re neketibû nîqaşan, tu nikarî xwe li tu behs û mijaran bidî, eger te xwe lêda, tu wê ji xwe hetk û helaka xwe bibî û bibî cihê tevz û tinazên xelkê û bi ser de jî tu wê dilê xelkê ji meselê reş bikî..

axirê pêşiyê bixwînin, paşê xwendinên xelkê bixwînin, pê re xwendinê xelkê û xwendinên xwe bidin ber hev, eger tiştek bi ser bêjinga we ket bînin di tirşikê de binivîsin..



19.06.2014 15:06 | endazer