Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pisîka ku radibeze jinikê] de;

8. pisÎka ku derketiye holê ku wekê qewmê xwe nankor e..

li gorî zanyariyên bi destê ajansa nûçeyan a tirşikê ketine:



- navê kitikê buddy ye

- bÛyer li eyaleta michigan a amerîkayê diqewime

- kitikê berî du salan dîsa êrîşî du kesî kiriye, yanî ne wuqueta wê ya ewil e, ekîbên şaredariyê li ser vê yekê biryar standine ku kitikê bixeniqînin, lê ev jinika kitikhez çûye ji ekîbên şaredariyê rica kiriye û kirik li ser nufos û kûtûka xwe daye qeydkirin

- sibeha ku bûyer lê diqewime jî bi egera ku kitik bela xwe li kÛçikê malê dide, jinik bi piyê xwe hinekî berf davêje ser kitikê û vê yekê dixwaze kûçik ki xezeba kitikê xilas bike, lê kitika nankor û bênanûxwê diranên xwe li xwediya xwe jî disîqilîne û xwe davêje ser serûçavên jinikê..

- piştÎ bÛyerê ekîbên şaredariyê cardin hatine kitik girtine û vê carê fetisandine..



ji bo bêtir agahdarî û zanyarî heçiyê dixwaze dikare vê lînkê bitikîne: http://www.myfoxdetroit.com/story/24221193/viewer-video-horrible-cat-attack



19.12.2013 21:34 | endazer

5. ez ditirsim ku siba metik û xaletên me yên femînîst ji bo piştgirîkirina vê jinika ku liqayî şîdeta pisîkê hatiye dakevin kolanan û li pisîkên reben werin xezebê..



17.12.2013 21:57 | endazer

1. bûyer li kû diqewime û şer ji ber çi derdikeve nizanim lê bûyerek têra xwe cihê ders û îbretê ye.. pisîk li ber hewşa xaniyekî ji xwe re dileyîze anku di tasikekî de şîrê xwe vedixwe.. jinikek ji malê derdikeve û bi piyê pisîkê dehf dide û dixwaze pisîkê ji wir dûr bixe lê piştî çend hemleyên jinikê pisîk bes xwe radigire û hildiperişke ser serûçavên jinikê.. ya ji hemûyan ecêbtir kûçikê malê li devê hewşê bêyî ku bi hawara xwediya xwe ve bibeze serê xwe dixe di nav teşkên xwe de û li bûyerê mêze dike..

kerem kin ji vir: http://www.liveleak.com/view?i=b7a_1387216510



17.12.2013 21:30 | endazer