Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara yokuş yol'a] de;

5. kovara ku bi ber hêvî û bendewariyên min neketiye..

berî sê çar rojan kovar bi dest min ket.. diyar e ku mesrefek baş ji bo çapkirin û derxistina kovarê hatiye mezaxtin, yanî kalÎteya berg û rûpelên kovarê û mîzanpaja kovarê baş in.. lê ji bo naverokê nikarim heman tiştî bêjim.. berî her tiştî, wergera helbesta yokuş yola ya turgut uyar, ku kovarê jî navê xwe jê standiye, cihê dax û mixabiniyê ye, qet pûte û îhtîmam pê nehatiye dayîn.. xwezî biçekî din bi profesyonelî hatibûya wergerandin ya rasttir ji wergerandinê zêdetir hatibûya kurdîkirin, çimkî wergerandin û li ber bejna kurdî kirina tiştekî ji hevdu gelekî cuda ne.. wekê din mirov nikare ji bo şi'r û nivîsên di kovarê de derçûyîn behsa standartekî bike.. ev yek jî ji ber qelsî û kêmasiya edîtoryayê ye.. min nivîsên baştir û balkêştir jibo hejmara pêşîn hêvî dikir, lê wek ku min di serî de jî got, bi ser hêviyên xwe ve nebûm.. yanî kovar, ji kovarekî zêdetir dişibe fanzînên ku xwendekarên zanîngehan ji hewesa dlê xwe re derdixin..

hêvî dikim ku di hejmara duyemîn de vê ecemîtî û amatoriyê ji ser xwe bavêjin, girîngiyê bidin kalîteya metn û nivîsên di kovarê de dê werin çapkirin û kêmasiyên di hejmara ewil de neyên dubarekirin..



05.02.2014 23:23 | endazer

4. kovara ku bi kadroyeke têr û berkeftî derketiye ser rê.. ser xêrê be, xwudê yên ku derdixin û yên ku pê re rabê dibînin û yên ku tê de dinivîsin poşman neke Û nexusirîne.. kovar hêj neketiye ber destê mim, piştî ku min xwend ez ê li ser naverok û nivîsên di kovarê de jî fikra xwe li vir binivîsim..



22.01.2014 22:04 | endazer