Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [eşkere] de;

3. di beyteka melayê cizîrî de wiha derbas dibe ev peyv:



“Belko dîwar bi guh bin bi xwedê kî bi Xwedê

Bi tu rengî nekirî eşkere esrarî hudûs”



20.12.2013 06:51 | endazer

2. wekê din di kurdî û kurmancî de gelek peyvên hevwate an nêzikwate yên vê peyvê hene.. wek diyar, bel, bellî, kifş, berbiçav, eyan, wazih, xwuya, zelal, sayî û yên mayî..

li cem me bêtir di wateya derketina meydanê ya tiştekî veşartî de tê bikaranîn.. wek;

- dizê mala eliyê mala ûnis eşkere bû..

- yên ku ev operasyona li dijî hikûmeta akpê dane destpêkirin eşkere bûn..

- hêj bûka xwe eşkere nekirin, ji tu kesî re nabêjin..

- kujer û berpirsiyarên komkujiya roboskî digel ku du sal ser re bihurîne hê jî nehatiye eşkerekirin..



20.12.2013 01:24 | endazer