Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [navên pîrejinên kurd] de;

5. fincê



17.06.2014 02:51 | endazer

1. berê min mijar wek navên kurdî yên pîrejinan vekir lê paşê lêwarqilîm û serwextbûm ku ev navên kevn yên dê û dapîrên me hinek jê bi eslê xwe ne bi kurdî ne, paşê ji mecbûrî wek şêweyê niha min mijar vekir..

ez werim ser meqsed û mirada xwe, wek tiştekî edetî berê kurdan dema nav didan zarokên xwe bi piranî navên edetî yên kurdî didan keçan û navên erebî/îslamî ku wek navên axretî jî tên zanîn di nav civakê de didan kurikan.. gelek sebebên vê yekê hene helbet lê li gorî min sebeba mezintirîn ya vê yekê kêmbûna lehengên jin yên di nav al û eshabê muhemed pêxember û pêşeng û zanayên di nav civaka dînê îslamê de ye..

hem di nav malbatê de û hem jî li derdora cîran û nas û dostan de gelek caran liqayî navên seyr û balkêş (di wateya erênî de) yên dayik û dapîran tême.. û eger ji anketê neyê hesabê dixwazim û bi qewlê başûriyan tika ye li bin banê vê mijarê her nivîskarek navên nedîtî û nebihîstî yên dayîk û dapîrên kurd yên li derdora xwe binivîsin û wek mîrat ji zar û zêçên xwe re bihêlin..



vêga yên ku tên bîra min:



şirhet (cîran)

nafiya (cîran)

avne (jinmam)

heyvxan (navê diya min)

meryemxan (navê pÎrika min)

xanê (cÎran)

wesîla (jinmam)

xecê (jinmam)

qudret (jinmam)

teybet (cîran)

xelat (cîran)



21.12.2013 08:03 | endazer