Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [occo mahabad] de;

35. camêrê ku navê wî ji helbestên wî balkêştir e..

yên ku wateya occoyê dizanin bila xêra xwe me jî jê agahdar bikin..



24.01.2014 18:21 | endazer

27. ji devê ocoo mahabad: ''Occo Mahabad ezilen,sömürülen,direnen halk kitlelerinin sesidir.Yeri gelir gösteride öldürülen çocuktur,yeri gelir tankların önünde namaz kılan annedir,yeri gelir çok kötü çalışma koşullarıyla 20 saat çalışan işçidir,yeri gelir uluslararası tekellerinden kıskacında sefalete sürüklenen köylüdür,yeri gelir linçlenen travestidir,yeri gelir dışlanan aşağılanan eşcinseldir,yeri gelir ucuz işgücü bile olamayan işsizdir,yeri gelir Brakuji-kardeş katlidir,yeri gelir dağda özgürlük mücadelesi veren gerilladır,yeri gelir işkence gören candır…

Occo Mahabad sömürülen,acılar çeken,direnen halkın şiir işçisidir…''



ji bo temamê hevpeyvînê: http://goo.gl/xWsrFQ



deepnot: xêra xwe bila camêrek vê metna li jor wergerîne kurmancî, ez b xwe re nabînim..



07.01.2014 06:34 | endazer

22. şairê gewre, di tirşikê de jî di nav şairên kurd de piştî arjen arî û rênas jiyan, şairê herî popÛler e.. hema bêje her şev li ser facebookê ez dibînim ku hevalek di kartpostalekî ku li ser helbesteka occo heye tê etîketkirin.. bi qewlê çapemeniya tirk îşte ew helbest:



''li ser bedena min

bêhn û xwêdana memikên te mane

her şev

gilî û gazinan dikin

her şev

nifiran dikin

dîsa were-dîsa dîsa..''



24.12.2013 01:16 | endazer

5. bila kes dilê xwe negire lê li gorî qistas û krîterên helbesta gerdûnî helbestên vî camêrî tu tiştekî îfade nakin û hilnayên tu qalibekî berkeftî.. heçî helbest e tenê peyv û têgehên alengîrî û rist û rêzikên jevketî têrê nakin.. tez û têmayeke birêkûpêk, karakterên ku mirov dikare li salix û teswîrên hatî kirin bifesilîne û nizanim çi û ne çi divê ye.. heçiyê dixwaze bitamije helbesta kurdî ya kurmancî ya modern bila pêşiyê here (bnr: ehmed huseynî) bixwîne û paşê dikare serekî li (bnr: arjen arî) û (bnr: rênas jiyan) û (bnr: rojen barnas) û (bnr: dost çiyayî) bixe..



06.07.2013 16:18 | endazer