1. navê stranekî bi zazakî ye.. wextê ez zarok çend caran bi ber guhê min ketibû û ez jî ecêbmayî mabûm min digot çi eleqeya vê stranê û demirbaşê heye.. yanî min demirvaj wek demirbaşa tirkî ku ji bo mal û tiştên mîrî yanî resmî yanî yên daîreyên dewletê tê gotin fêm dikir..
ya ku di zaroakatiyê de bi ber guhê min ketibû kê digot nizanim lê ev çend roj in guhdarî versiyona vê stranê ya ku ji aliyê koma esrarê deyîr ve hatiye gotin, dikim..
stran ji aliyê izzet altınmeşeyê kerê kurd yê ku di axura tirkan de dizire ve bi navê maden dağı dumandır bêyî destûr û bêyî ku çavkanî were nîşandan li tirkî hatiye wergerandin.. û paşê ji aliyê kereke din yê kurd, ibrahim tatlıses ve jî hatiye gotin.. artîstê tirk ê sînemayê kemal sunal jî di fîlmeka xwe de versiyona bi tirkî ya vê stranê gotiye..
li gorî zanyariyên ku min ji hirde û wêde bidest xistine stran ya herêma çewlÎkê ye.. ji xeynî esrarê deyîr heta niha ji aliyê çend stranbêjên wekmihriban, avni polat û emîn erbanî ve jî hatiye gotin.. navê stranê li derina wek demirvaj û li derina jî wek demirwaj tê qebûlkirin.. kÎjan form rastîtir e û wateya demirvajê çi ye nizanim û li hêviya xweyîxêrekî me ku min jê agahdar bike..
gotinên stranê:
Demirvaj demirvaj demirvajo
Demirvajo demirvajo
Demirvaj demirvaj demirvajo
Zewajo bezer zeremin
Derde kule keynun yolado
Demirvaj demirvaj demirvajo
Riye colig virajo
Demirvaj demirvaj demirvajo
Zewajo bezer kemevajo
Derde kurde lajo zewajo
Deırvajo demırvajo
Derde kule lajo zewajo
Zewajo bezer kemevajo
Çolig raşin kerajo
Demırvajo demırvajo
Çolig raşin kerajo
Zewajo bezer zewajo
esrarê deyîr :
vîdyoyê veke
avni polat:
vîdyoyê veke
mihriban :
vîdyoyê veke
emîn erbanî : http://www.izlesene.com/video/emin-arbani-demirvaj/5715199 (di lînkê de yê dibêje wek emîn erbanî hatiye nivîsandin, lê ji aliyê stranbêjek jin vê tê gotin)
|