Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji tirşikê sarbûn] de;

7. tişteke normal e..

ez bi xwe jî jê sar bûme, û heta çend hefteyeke din eger wiha here bivê nevê ez jî dê tê de nenivîsim..

çend sebebên vê yekê..

- ev zêdetirî 5-6 meh in tirşik ava bûye, lê hê jî kêmasiyên wê yên teknîkî hene..

- ji destpêkê heta niha hema bêje her eynî nivîskar tê de dinivîsin, yanî ava tirşikê genî bûye, divê bi nivîskarên nû were sîrkûlekirin..

- mijarên di tirşikê de têne behskirin û mûnaqeşekirin zêde asan û sivik in.. yanî ez jî tê de bi piranî em ji bo xwe tetmÎn bikin dinivîsin ne ji bo agahîdanê..

- her nivîskar dema tê tirşikê put û totema xwe jî bi xwe re tîne, dema tiştên tên nivîsandin ne bi hemdê wî/wê be xwe aciz dike û lêdide diçe.. yek dibêje di tirşikê de ne hedd Û heqê tu kesÎ ye ku bêje ocalan xayîn e an pyd bi rejîma esed re hevkariyê dike, yê din dibêje usluba nivîskarên tirşikê zêde çors û qebe ye, divê kes mecaz û argoyê bikar neyîne.. ya din dibêje we tirşik kiriye qehwexaneya mêran.. yê din dibêje di tirşikê de bêedebî tê kirin, divê tiştên erotîk û pornografîk neyên nivîsandin..

- ji xeynî çend nivîskaran tirşik ne bi xema tu kesÎ ve ye.. hê jî girseyek mezin ya kurdîaxêv ya ku haya wan ji tirşikê çênebûyiye heye.. yanî reklama tirşikê bi heqqî nayê kirin..



26.12.2013 02:46 | endazer