Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwarina herî xweş] de;

30. mijara camêrên ku nanê xwe ji tirşikê dixwin û bi serê xwarinên din sond dixwin eşkere kiriye.. bi qewlê tirkan ''devlet içinde devlet olur mu?'' yanî li ser sifra tirşikê ma ne eyb û şerm e ku mirov sifreyeke din rayêxe? û pesn û wesfên helawa li ser pariyê hevalê xwe dîtî bide..



09.09.2013 02:20 | endazer

15. (bnr: meyîr), (bnr: kutlik), (bnr: hemîse)..



25.07.2013 16:50 | endazer

10. ji bo havînan bêguman meyîra ku diya min çêdike ye..



12.07.2013 00:29 | endazer

4. li gorî hal û wextê tirşikxweran bersiv tê guhertin..

dibêjin rojekî du gundiyên hevalên hev dikevin ser rê deqene herin bajêr.. di rê de ji hevalan yek ji yê din dipirse û dibêje

- ku rojekî halûwextê te xweş bibe û tu zengîn bibî û her tişta dilê te biçîyi tu bikaribî bi dest xwe ve bînî tu dixwazî çi bixwî?

hevalê duyem bêyî ku li ser vê pirsa hevalê xwe bifikire di cihê xwe de dibêje:

- helbet nan û pîvaz.

piştî cixareyekî vê carê hevalê duyem ji hevalê din dipirse û dibêje

- erê ku rojekî xwudê bike hal û wextê te xweş bibe tê çi bixwî?

- hevalê yekem yê ku xweyê pirsa pêşîn mehdê xwe tirş û tahl dike û bi ser hevalê xwe de vedigere û lê vedigerîne

- malnemîrat ma ne tu tiştê xwarinê ji min re nehişt... çi qas tiştên xweş hebin te hemû gotin û ji xwe re hilanîn..



ji bo nimûne ji ber ku di zarokaniyê de helaw ji bo me zarokên di gund de tiştekî gelekî lûks û biqedr û qîmet bû hê jî dema helaw bê ser sifrê çi qasî têr bim jî xwe jê venadim û illeh pariyekî du pariyan jê dixwim..



23.06.2013 20:22 | endazer