4. dîsa li gorî înformasyonên min ji heman çavkanîyî xwendine û wergirtine di zazakî de ji vê xwarinê re dibêjin sogilme û erebên sûrî jî wekê tirkan an tirk wekê ereban jê re dibêjin baba xenûc.. |
|
30.07.2013 00:22 |
endazer
|
3. xwarina ku ez îro li ser facebookê di koma zimanê kurdî de liqayî terîfa çêkirina wê hatime ye.. belê fermo: ''Di germahiya tenurê de dihelîsînin û qalikên/qaşilên wî radikin. Dawiyê bi sîrkûtê pêşiyê sîran dikûtin û dieciqînin bi sîrkûtê. Dû re jî sîr û rûn davéjin navê. Kî bixwaze bi wî şeklî dixwe û dixwaze jî hêkan li nav dixin û li ser agir germ dikin. noşî can be.''.. |
|
30.07.2013 00:16 |
endazer
|
2. bi piranî dema ku nanê tenûrê tê çêkirin ji bo şîvê çend bacanên reş jî digel nên di tenûrê de dipêjin.. wekê din li cem me (bnr: cizîr) ji vê xwarinê re dibêjin bacanê şelikandî jî.. çêkirina vê xwarinê hêsan e.. pêşiyê bacanên reş di nêv êgir de dibirêjin paşê bacanên biraştî û pijayî diqeşêrin an spî dikin û navika bacanê ya ku hatiye qeşartin carinan bi kêr û kevçî û carinan jî bi dest hûr dikin û ji hev vediçirînin yanî dişelikînin û paşê wê navika bacanê reş di nêv dohnê sorkirî de cardin diqijilînin.. li gorî nefs û xwesteka dilî mirov dikarê sîrê kutayî jî tevlî vê xwarinê bike.. xwarineka havînî ye û li mala me bi piranî bi meyîrê re tê çêkirin.. |
|
23.06.2013 20:09 |
endazer
|