Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [toblerone] de;

3. li ser teşwîqa hevalekî û mereqa xwe min îro çequlatek ji vê markayê kirî, lê nedihat xwarin..

çequlatên ku li marketên bimê tên firotin heft qetî ji vê çequlatê xweştir in.. belesebeb pereyan pê nedin û pereyên xwe di avê de bernedin..



27.12.2013 21:24 | endazer

1. markayeka çequlatan e.. yanî ez jî îşev bi hebûna wê hesiyam.. bi qasê ku min ji lêgerîn û vekolînên xwe yên ji ser netê bidestxistiye û têderxistiye, markeya swîsreyê ye û li bajarê bernê tê çêkirin.. li gorî wîkîpediyayê di sala 1908an de ji aliyê theodor tobler ve hatiye derxistin cara ewilîn ev marka..

dîsa li gorî wîkîpediyayê şekl û şêweyê xwe ji matterhorna çiyayê meşhûr yê swêdê standiye..



27.12.2013 01:10 | endazer