Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hunermend] de;

2. ji bo her kesekê bi şaxek ji şaxên hunerê yên wekê mûzîk û şano û sînema û wêne û peyker û nizanim çi û ne çi ve mijûl e tê gotin.. bi piranî di warê mûzîkê de eger canik û camêrek nejêhatî be dibêjin filankes stranbêj e ne hunermend.. ji ber ku heçî hunermend in afirîner in di cihê xwe de nasekinin çavê wan her û her li pêş û lûtkeyên bilind in lê stranbêj tenê stranên ku zimanên wan lê digere bi çend meqamên klasîk distire û serê xwe bi tiştekî din ve naêşîne.. di nav kurdan de ev pîşe nû nû bi pêş dikeve heta niha tişta ku me kurdan ji huner û sin'etê fêm dikir tenê karên destan yên wekê terzîtî, berberî, cûnkerî, hedadî, zêringerî û nizanim çi û ne çi bûn.. lê êdî kêm zêde di her warekê hunerên modern de kurd jî ya ku ji destê wan tê texsîr nakin û hewl didin ku par û behra xwe ji vê pasteya gerdûnî hilînin..



24.06.2013 12:28 | endazer