Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şikestina xeyalan] de;

3. wergereke mot a mot û tamsarkî ye.. wek di peyama li ser vê re de jî hatiye gotin, ji hayal kırıklığıya tirkî hatiye wergerandin.. hayal kırıklığı jî en ne şaş bim ji ber sukut-ı hayalê hatiye çêkirin.. peyva sukutê tê wateya ketinê, nayê wateya bêdengiyê, koka peyvê s-q-d ye.. muhtemelen peyva seqetê jî j vê kokê hilbûye.. neyse ez dirêj nekim herdu jî ji bo hal û weziyetên ku dema daxwazên mirov bicih nayên an mirov nagihije miraz û meqsedên xwe tên bikaranîn.. di kurmancî de ji bo vê yekê bi qasê ku ez dizanim çend qalibên wek ''miraz û meqsedên filankesî di dil de man, negihişt ya dilê xwe, bi ser ya dilê xwe ve nebû, hêvî û daxwazên filankesî pûç derketin, hêviyên filankesî di ber de man..'' tên bikaranîn..



06.01.2014 18:51 | endazer